Zekeriya Abdulla - Were Esmer
wêneyê hunermendî:ê 112 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Zekeriya Abdulla - Were Esmer

Şoreş û berxwedan e
Xebat û serhildan e
Li başûrê welatî
Şerê man û nemane

Mizgînî hatin xelat
Roja me Kurdan helat
Li duwazdehê Nisanê
Rizgar bû parçek welat

Pêşmerge Kurdistanê
Rijiyane nêv meydanê
Navê wan çû dîrokê
Deng vedaye li cîhanê

Kerkûk, Musil û Zimmar
Şêxan, Mexmûr û Şingar
Xaniqîn û Mendelî
Li wan pîroz bît buhar

Mijde bo Kurdan heman
Zorî û bindestî neman
Aşê dijminan herift
Wergerin çerx û zeman

Bilind kin ala Kurdan
Azad biye nîştiman
Evro bo Kerkûk û Musil
Sibe Amed û Bokan

Dê wernê wernê wernê Wernê dîlanê esmer
Dê wernê wernê wernê
Werne govendê dilber

Dê wernê wernê wernê
Werne şoreşê leşker Dê wernê wernê wernê
Ala kesk û sor û zer
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?