Zelal Gökçe - Qumrîkê
wêneyê hunermendî:ê 83 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Zelal Gökçe - Qumrîkê

Qumrîkê ez romî me belê
Delalê ez romî me
Kumsor û efendî me belê
Xulam çavên reşbelek
Aşiqê keçka gundî me

De yar yar yar, de yar yar
Bê te xewka min nayê
De yar yar yar, de yar yar
Bê te sebra min nayê

Qumrîka li ser zinara belê
Delala li ser zinara
Kulîlka nava dara belê
Heyfa çavên reşbelek
Ketiye destê neyara

De yar yar yar, de yar yar
Bê te xewka min nayê
De yar yar yar, de yar yar
Bê te sebra min nayê

Qumrîkê ser bi zêr e belê
Delalê ser bi zêr e
Sîng dergeha bajêr e belê
Heyfa çavên reşbelek
Qumrîkê didin mêr e

De yar yar yar, de yar yar
Bê te xewka min nayê
De yar yar yar, de yar yar
Bê te sebra min nayê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î