Zinar Sozdar - Dayikê
wêneyê hunermendî:ê 173 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Zinar Sozdar - Dayikê

Rê dûr e ez te nabînim
Hêstirê çavan barînim
Rojên tarî şevên bi xewn
Te pê ve kesî nabînim

Dayikê sebra dilê min
Dayikê hêstirên çavên min
Gorî te bi ev canê min
Dayikê derd û kulên min

Xeribî li min tê ye zor
Çibkim tu ji min gelkê dûr
Dixwazim werim dîtna te
Gulkî bidim te bi rengê sor

Sirê xwe te ez mêjandim
Lorika te ez lorandim
Felekê em ji hev dûrxistin
Dûrketina te ez helandim
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?