Zinar Sozdar - Welat Dûrêm
wêneyê hunermendî:ê 144 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Zinar Sozdar - Welat Dûrêm

Welat ji min dûr e sebra min nayê
Dil bê hedûre xewka min nayê
Ax eman eman sebra min nayê
Ax limin limin xewka min nayê

Ew çi dikin dayîk û bawê min
Zimanê winda nakewî navê min
Xewn û xeyala wan tim ber çawên min
Qom û qewlo xade dikin kevran mêvên min

Delalîka dilêm çi dike
Ez (di)zanim çav rêye bîra min dike
Li jê ra bibejin îsal kû ez nehatim
Bila ser min nesekine here mêr bike

Welatê xelkê tim li min sare
Ne payîz ne havîn ne bihare
Evar dibe xewn û xeyala min digre
Îster çavê min da dayê hûr hûr dibare

Gotin û Muzîk: Ozan Delal
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?