Ziyad Asad - Peşîmanim
wêneyê hunermendî:ê 60 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ziyad Asad - Peşîmanim

Peşîmanim le dilldarî
Sûtawim le dest xem û azarî
Peşîmanim ke tom nasî
Dillim da be to zor be kesasî
Ne’let lew jiyaney toy be min nasand
Dirextî xoşewîstît le dillim da çeqand
Birro namewê îtir ballat bibînim
Bêwefa bûy haware derheq be jînim
Nazanim çon bawerim pêt kird
Giyanim qurbanî xakî ber pêt kird
Be qsey şîrin minit frîw da
Ta ew dilley min be carê şêt kird
Axir to manay îşqit nezanîwe
Wefa û sozî kurdanit hergîz nedîwe
Birro namewê îtir ballat bibînim
Bêwefa bûy haware heq be jînim
Rojê dadê peşîmanî
Le dastanî dill hîçit nezanî
Min aşqî tom, toş aşqî xot
Bawerim pêt kird kwêr bûm nemzanî
Rojê dadê xoşewîstî detsûtênê
Firmêsk û xem le çawit debarênê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?