Zubêr Salih - Eşqa Dila Zor e
wêneyê hunermendî:ê 199 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Zubêr Salih - Eşqa Dila Zor e

Li nav xelkê
Behsa min û te ye
Nîşana li gerdenê
Rihê min tê de yî

Derdê dila zorê
welleh bê lome be
Ez dizanım bext reş im
Şansê min tine ye
Ey gidî zalimê
Dosta yekî dinê

Derdê dila zor e
Eşqa dila zor e
Derdê dila zor e
Welleh bê lome be
Ez dizanım bext reş im
Şansê min tine ye
Ey gidî zalimê
Dosta yekî dinê

Yarê ji min xeyîdî
Naşîne silava
Berê em li cem hev bûn
Her saet û gava

Dostê ji min xeyîdî
Naşîne silava
Berê em li cem hev bûn
Her saet û gava

Gava çavê min lê ket
Hêsir ketin çava
Kî sebeba me bû
Wey mala wan ne ava
Ey gidî zalimê
Dosta yekî dinê

(Dîsgotin)

Me civan da bû hev
Şeva nîvê şevê
Dev ji hev bernadin
Rojek jî emir hebe

Me civan da bû hev
Şeva nîvê şevê
Dev ji hev bernadin
Rojek jî emir hebe

Em ji hev qut nabim
Wek dil û kezebê
Tu ji min dûr ketî
Ka bêje sebebê
Ey gidî zalimê
Dosta yekî dinê

(Dîsgotin)

Bêje hûnermendo
Bavêje ser dila
Yarê yekî xwe kir
Ew çûye ji vira

Bêje hûnermendo
Bavêje ser dila
Dostê yekî xwe kir
Ew çûye ji vira

Ez hiştim li dewsa
Derdan û kederan
Dilê min perçe kir
Daye li ser agira

(Dîsgotin)
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î