Zubêr Salih - Li Min Veger
wêneyê hunermendî:ê 466 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Zubêr Salih - Li Min Veger

Kesî wek min hej te nekir
tiştê te kir kesî nekir
edî dema ti min dibînî
tu xwe dike te min nas nekir
li min veger li min veger
te şewitan dil û ceger

ez li ber te me tu min nabînî
tu çavê xwe dixapînî
tu dibhurî û nakî silav
ev dil şikestî dimînî
ev dil birîndar dimînî
li min veger li min veger
te şewitan dil û ceger

piştî evîna wan salan
gelek seyran li nav baxan
bi hesanî te ez jibîr kirim
cegerê min da ber kêran
li min veger li min veger
te şewitan dil û ceger

Kesî wek min hej te nekir
tiştê te kir kesî nekir
edî dema tu buhirî
tu xwe dike te min nas nekir
edî dema tu buhurî
tu di ber min dibuhirî
tu xwe dike te min nas nekir
li min veger li min veger
te şewitan dil û ceger
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î