Beser Şahîn - Rozerîn
wêneyê hunermendî:ê 121 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Beser Şahîn - Rozerîn

Dilê min bûye hêlîna bêriyan
Derabin hesin li dorê pêçiyan
Şewq û tîrêja Rozerîna min
Tîna Botanê dide dilê min

Zarokên biçûk nema dilîzin
Tanqên bê îman li dorê digerin
Ew ji mîna me, li mal hêsîr in
Bi zaroktiya xwe, ken ji bîra kirin

Dayikên hêja teşiyan naresin
Bûkên delalî çavan kil nakin
Keçên dilzêrîn hev dilan digirin
Ewrên barûdê xwîn dibarînin

Dilê min bûye hêlîna beriyan
Derabin hesin li dorê peçiyan
Şewq û tîrêja Rozerîna min
Tîna Botanê dide dilê min

Ji esmanê şîn bombe dibarin
Sînga axa min tev qelişandin
Dar û zeviyên me tev şewitandin
Dehl û rezên me tev hilweşandin

Dilê min bûye hêlîna beriyan
Derabin hesin li dorê peçiyan
Şewq û tîrêja Rozerîna min
Tîna Botanê dide dilê min

Gotin û Muzîk: Alî Temel
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?