Cemîlê Cefo - Were Lê Lê
wêneyê hunermendî:ê 6 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Cemîlê Cefo - Were Lê Lê

Were lê lê, were lê lê,
Were lo lo, were lo lo.
Hey lo bavo, Xwêtê heyanî Xwêtê,
Bira keko Xwêtê heyanî Xwêtê.
Bira siyar û peyayê mala bavê mîn evdalê Xwedê siyar bûne,
Wê sibê şebekê dajo, ji xwe ra kêfa ra rê tên,
Were lê lê, were lo lo.
Kêfê ra dajo rê tên,
Kulê tê bikevî mala hekîm û doktorê welatê me da,
Wê dane kêr û dûzana pê diqelêşin birînê birîndarê mala bavê min,
Lê derdixin gulê mawîzerê,
Na wele, dibirin hestiyê çokê nermê hêtê,
Were lê lê, were lo lo.
Mêrxasê Hemê ye, efatî Temo ye, tê qurtîniya kurê jinebiyan e,
Tê hewtîniya siyarê Melekiyan e,
Tê dengê gulê mawîzerê Emeliyan e,
Wekî dikeve rojê oxirmê giran, yê me ra dikuje, talana vedigerîne,
Ew Ûsîvê Balo ye kilê çavê min rindê ye,
Were lê lê, were lo lo.
Were lê lê, were lo lo.
Heylo bavo serê min î dêşê,
Dilê minê wê bêjîbêj e,
Lo keko serê mîn î dêşê,
Dilê minê wê bêjîbêje.
Kilê çavê Têlî Eyşanê, erafê meydanê bi sê gula birîndar e,
Gelî birano, hergê bawer nakin erafê meydanê mêze kin,
Wê dîsa xwe da pêşiyê,
Were lê lê, were lo lo.
Mêrxasê Hemê ye, efatî Temo ye, tê qurtîniya kurê jinebiyan e,
Tê hewtîniya siyarê Melekiyan e,
Wekî dikeve rojê oxirmê giran, yê mêra dikuje, talana vedigerîne,
Ew Ûsîvê Balo ye kilê çavê min rindê ye,
Were lê lê, were lo lo.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î