Hama Jaza - Jûrî Sêdare
wêneyê hunermendî:ê 42 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Hama Jaza - Jûrî Sêdare

Bira dûr û xizim dûr û kesim dûr
Bena belled temen emba berew jûr
Bellam rûne berew sêdare çûne
Xeney xiwênim lepê egrê allay sûr  

Berew jûrî berew jûrî sêdare
Mandûy kirdûm û şiwênekem şêdare
Kenîşaney peşêwî pêwe şêwem
Ewa bînî eşkenceye û cê dare 

Gerçî ta diwa mallî jîn berêwem
Yekem mallî nemirdinim diyare lêwim
Dillxoşim çunke mirdinî naw cê nîye
Şadim ke ta diwahenaseş be pêwem 

Mergî awa nagorrmewe besed jîn
Jînêk serim bo dujmin bê be perjîn
Serberzîye ke pêllawm ebînin
Beser serî dujimnewe leberzîn 

Nellên emrê û bo mirdin peşêwe
Pêşmerge bim her ekewme pêş êwe
Bemergî pêş mergî êwe asûdem
Rûşim bizey pêkenînî herpêwe  

Eger lêre nemtiwanî bêt bicengim
Lewê bedest hawrêyekeweye tifengim
Eger lêre becê mabim le kariwan
Lewê lepêş kariwanewe pêşengim 
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?