Memoyê Hemîd - Gede Lawiko
wêneyê hunermendî:ê 10 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Memoyê Hemîd - Gede Lawiko

Eman eman ez bengî me,
Sêvka sora xelatî me,
Ser doşekê rûniştî me,
Eman eman derd û kula,
Wez helandim lo ez danîme.
Gede lawiko qurban,
Ezê hevraz çûmo berjêr hatim,
Korfeleqî rastî kewa xwena gozel hatim,
De divê vê telesê telesbavê guleke mawîzerê lo ez hingavtim.
Gede lawikê mi derket ji mala mezin,
Ne divê gede lawikê mi derket ji konê wê mezin,
Koloz xwar kir reben ez im,
Gede lawiko herge nêçîrvan î, vir da were lo xezal ez im.
Gede lawiko qurban,
De mi go çevê reş bela ne ûû,
De divê çav birîyê belek kavilê gunda de xwe kil dane,
Seba wan çev birîyê belek gele mêra lo jinê xwe berdane.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î