Tipi Mosiqai Slemani - Derwêş Ebdulla
wêneyê hunermendî:ê 78 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Tipi Mosiqai Slemani - Derwêş Ebdulla

Be rengî zerd û şêwey dest û şimşallî kiza Derwêş
Hezim kird besteyek bibiyem, seraser huzin û matem bê

Le sîma ta bedîm kird heykelî 'umirêkî hesretkêş
Weha diyare ke bextit aşnay bulbulî xem bê

Bellê diyare le naw qewmî besîta qedrî sen'etkar
Wekû 'eksî qemer waye le naw hewzêkî lîxin da

Bellam tacî ru‌fahu textî hurmet mîlletî hoşyar
Be ustadê deda wek to le naw şimşalî kun‌kun da

Ne herfî mektebêkit xwênd, ne ustadê pelî girtî
Sîrf berzîy zeka em sen'etey fêr kird be şimşallit

Hemû weznêkî goranî, le tûlanî heta kurtî
Be serpencey huner kirdit be dîlî koşşî zallit

Ewendem bîst le mosîqa xuroşî rohî bêgane
Mîzacî kurdewarîm têkçuwe Derwêş Ebdulla

Dexîlit bim desa bew lawik û ay‌ay û heyrane
Şepolî zewqî mîllî pirr derûnî mat û çollim ke
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î