Esker Demîrbaş - Wî Lo Lo
wêneyê hunermendî:ê 38 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Esker Demîrbaş - Wî Lo Lo

Ax hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo , hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo,
Lê dayê dêranê, ezê Ardaxana şewitî biketama çem û rez e wa mîrata makîne
vala, Mala Hecî Miheme rabû berderê fêzê xwar dibeze,
Heçî serejêr bû li wêrana, wê li Olçekê tekera wê mîratê negirt erdê
wergeriyaye gelo,
Lê birîndarê cenaze kirin xana li merkezê lo,
Ax de hey lo lo, hey lo lo, birîndara zelûla me hey lo lo ax.
Ax hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo , hey lo lo,
Wî lê dayê dêranê, wezê Ardaxana şewitî ketê mij e bi dûman e,
Li Xwedê îmanê li ecêbê dewrê bistîne,
Îmana xwe dane li ser malê dinyalikê di peran e,
Go makîna vala gom hatiye serê çiyayê Bêxayê wergeriyaye,
Dîsa cenaze birîndar ji xu ra li erdê mane bê xwey e, bê xwedan e,
Oy oy oy de loy lo, deloy lo, birîndara bavê Mistefê me hey lo lo ax.
Ax hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo,
Wî lê dayê dêranê, minê bigota bira li mi nata sira sibê li mîrata bangî çiya,
Lê cara îcarê bira wezê bala xwe bidimê zehmeteke giran li derê bavê Mistefê
li hev civiya,
Mi go bavê Mistefê gula dîwana ye, mêrê meclîsa ye, dengbêjê welata,
Giregirê eşîreta top bûne dorê,
Ax lê zehmeta wî eşayê li hev civiya,
Mi nizanibû digo îro di ro du şevê bavê Mistefê me temam bû,
Cenaze bavê Mistefê Ardaxana şewitîi ra hatîye,
Lê wêrana Xwarzîyanê, nava komê bi xwarziya,
Wî lê dayê dêranê, te çima ji mi ra nedigo gula dîwana mêrî meclîsa li den-
gbêjê welata sewta dengbêja li me biriya,
Hey lo lo, ax hey lo lo, hey lo lo, wezê birîndara bavê Mistefê me ax.
Ax hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo,
Wî lê dayê dêranê, dilêm vê sibengê kînekîn e,
Li serê dilê mi kul e geleke derda pir birîn e,
Lê îsal çend salê bavê Mistefê mi li temam bû,
Wezê çavê serê xwe li gundê Xoçivanê digerînim,
Lê gula dîwana mêrê meclîsa dengbêjê welata ax lê bavê Mistefê qe navîne,
Ax de hey lo, hey lo lo, birîndara zelûla me hey lo lo.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î