Fatma Îsa - Miho
wêneyê hunermendî:ê 67 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Fatma Îsa - Miho

Hare Miho li min daye stêrka xul e,
Stêrkê li min daye stêrka xul e,
Hê Miho şewqê daye guhera Şêx Resûl e,
Şewqê daye guhera Şêx Resûle,
Hê Miho were heftê xwînê mala bavê minê li ser mala bavê te ne,
Hê kuro gede were ramûsanekê mi kerem ke, pêş va mi qebûl e, ha wî wî wî,
Hê Miho vê bilûrê guveguv e,
Mihmedo vê bilûrê guveguv e,
Ber simbêla Mihongê mine zer e, zer dilive,
Hergê hûn ê Mihongê min nas dikin wê nas bikin,
Hûn nas nakin gustîla destê Mihongê mine algyeşîl e, Miho ha wî wî wî,
Hê Miho, dilê mi, sêleke di hesinî, dengizeke ha bêbinî,
Dilê mi, sêleke di hesînî, dengizeke ha bêbinî,
Hê de minê, dasekê dabû destê xweda, hespê Mihongê xwe ra giha jê diçinî,
Hare kuro gede, were hîvya sosedînêwa nemîne tu wî bejnî Miho, ha wî wî wî.
Hara Miho, wezê çûme goma jorîn goma miyan e,
Wezê zivirîme goma jêrîn goma miyan e,
Hê Miho morî mincixê zenda zer qetiyane,
Şevekê di êvar da wez qîzmetê lê geriyane,
Li guhera, bi salixa bi solixa, cêva Mihemedê mi da salix dane,
Miho hey wî wî wî Miho wî wî wî.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î