Fêkoyê Miraz - Şeva Dawetê
wêneyê hunermendî:ê 20 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Fêkoyê Miraz - Şeva Dawetê

Her çar malê newalê,
Her pênc malê newalê,
Tejî berdan xezalê,
Yar şîrîn e helalê.
Hay nim nay nim nan oldim,
Qiz geldim, evdal oldim,
İkî dîlî bilmedîn,
Fariz dîlî bilmedîn.
Xat kavranê Gergerê,
Çû li xopanê Gergerê,
Danî biniya bêderê.
Of narê narê narê,
Reşgulî, belgê darê,
Sûret sorê hinarê,
Te têr nabim dîndarê.
Xwedêyo baran bêyo,
Rebiyo baran bêyo,
Sêlav rabe erdêyo,
Bide binê malêyo,
Qencolê rakir pêyo,
Pir bivînin li bejnêyo,
Vê bejnê bejnek lêyo,
Vê bejnê cêvek lêyo,
Vê cevê sêvek lêyo,
Vê sêvê morek lêyo,
Ew mor mora Xwedêyo.
Her wa bî wa bî,
Desmala çar goşe bî,
Goşe goşe tije be,
Goşek ser milê min be,
Goşek li ser milê te be.
Of narê narê narê,
Reşgulî, belgê darê,
Sûret sorê hinarê,
Te têr nabim dîndarê.
Îşev şeva dawatê,
Govend geriya heyatê,
Ketime destê tewa tê.
Îşev şeva bûkêyo,
Govend geriya sûkêyo,
Ketime destê bûkêyo.
Of narê narê narê,
Reşgulî, belgê darê,
Sûret sorê hinarê,
Te têr nabim dîndarê.
Du ba sur ê sermayê,
Tozika dîna bêderê,
Hevalo dengê mi nayê,
Hevalo dora te ye.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î