Feyzoyê Rizo - Lo Li Min
wêneyê hunermendî:ê 41 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Feyzoyê Rizo - Lo Li Min

De lo li min, lo li min, lo li min, lo li min,
Axa Çemê Bayê tê dimelmilî,
Maqûlo, Çemê Bayê tê dimelmilî,
Ser pala Wanê da tê difetilî,
Xelqê ketiye derdê malê halê dilê dinyalikê,
Ez Sincaqê Telo ketime derdê xwe vî dilî lo yeman,
De lê li min, lê li min, lo lo li min.
Axa Çemê Bayê tê lemelem e,
Maqûlo, Çemê Bayê tê lemelem e,
Ez ê destê Sincaqê Telo bigrim derbas bim welat,
Welat welatê bi Ecem e, wey lê,
De lo li min, lo li min, lo lo weylo.
Axa Çemê bayê tê guregur e,
Maqûlo, çemê bayê tê guregur e,
Ez qertela Xwedê ber ketime ne delav e, ne bihur e,
Ez ê bêjim Filît Paşa, bextê te Xwedê me,
Qeyd û çîdarê te giran in,
Ser xatirê min porkurê, qeyd û çîdarê Sincaqê Telo veke,
Bila zenda te nebire, loy li min,
De lo li min, lo li min, lo lo wey lo.
Wey axa ho, wey axa ho, wey axa,
Axa îşev hîv e hîveron e, çira konê mîrê ereba ra dişxule tema moma don e,
Ez porkura Xwedê, îro sê roj e sê şev e ber şeva te sekinîme,
Tilî pêçiyê mi porkura Xwedê, qerimî pêjmalî kon e,
De lê li min, de lo li min, lo li min, lo lo way lo.
Nîşe: Divê Sincarê Talo be
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î