Îskoyê Lezgî - Gozê
wêneyê hunermendî:ê 22 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Îskoyê Lezgî - Gozê

De bê delîl im delîl im delîl im delîl im delîl imGozê,
De bê Gozê gozelê, mahrûmê, ez ê nexweş im, nexweşê vê havînê,
Malxirabê, ez ê nexweş im, nexweşê vê havînê,
De tu rabe cîkê min evdalê Xwedê dayne porkurê jorê şaneşînê,
De bermalî bermalî bermalî bermalî bermalî bermalî,
Malxirabê dinyakê boş e, betal e, çerxê felekê ne kesî ra nedomandiye,
De wekê çend saleka min Goza mi ra bidomîne,
Were bermalî bermalî bermalî bermalî bermalî,
De wez ê bermaliya mala giran im gozelê.
De bê Gozê gozelê, mahrûmê,
Şevê nîveka di şevê bû, dîkê nîvê şevê vê sibê me xulxuland,
De baranê hûr hûr dixuşxuşand,
Gozê derê mala bavê xwe sekiniye,
De nizanim paşî mi evdalê Xwedê Gozêa qîza axê kîra bima,
Were delîl im delîl im delîl im delîl im delîl im,
De wez ê delîlê Goza xwe me bermalî.
De digo Gozê gozelê, mahrûmê,
Ez ê nexweş im, halê dilê xwe ra gidiyê pir helak im,
De divê koma bav û bira pismama, xwey xwedana rûniştiye,
De wez ê şerma belek çeva gozela xwe venakim,
Were delîl im delîl im delîl im delîl im delîl im,
Malxirabê dinya tev boş e, betal e, çerxê felekê ne kesî ra nedomandiye,
De wekê çend saleka min û te ra bidomîne.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?