Memoyê Silo - Sêva Haco
wêneyê hunermendî:ê 14 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Memoyê Silo - Sêva Haco

Bavo minê, bi şev xewnekê dîtiye, bê Xwedê xêr ke,
Minê xewna şevê gustîlkê tiliya, konê çît û perda, kerê berîya lo pir guhêrîye,
Divê mîr Mihemed xewna te dîtiye, şeva çûyî sê mirazê Sêva Haco banê jorê
lo mi da bayê,
Divê gelî xulam xizmetkara win ê borê mîr Mihemed bînin ber e,
Win ê lê kin zînê berî lo micewar e,
A de divê wezê îşev êvar da raste dimê xemsê alê dilê xwe ji te ra tê kim bir
sefer e,
Divê rastê dimê xemsê xum e lo sed car xum e,
Gundî malîno, wezê kalê Xwedê îşev êvar da rêwî me lo tê da çûme,
Wele navê Xwedê dilê minê teze wemê gede bava lo poşman bûme ax.
Divê lo şivano pezê te ye mî ye lo sed car mî ye,
A de divê îsale sale bi xulamê wana lo midê te ye,
Xêra mala Xwedê ra minê bizanibiya çiqa heqê teyê hîn li wê çi ye.
Divê lo lo siyaro, bajo here lo nesekine,
Gava rojê sê cara ber bêriyê çavê min çavê Sêva Haco dikeve,
Wele navê Xwedê besî minê heft gobek bavê di wê min e ax.
Divê rast e gundê xemsê çîm e lo sed car çîm e,
Ez evdalê Xwedê îşev êvar da rêwî me lo tê da çûme,
Gundî malîno hûnê tasek tasa ava sar bidine Sêva Haco,
Bira îşev êvar da mi ra li wê bîne.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?