Nîzamettîn Ariç - Gidî Rizayê
wêneyê hunermendî:ê 139 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nîzamettîn Ariç - Gidî Rizayê

Oxo naçime Qasimiya Bavê Koro ne li male
Îro Bavê Koro Xalitê Rizgo sekiniye li sere meydanê
Riza Beg hevî xanima heee kale kale
Şerê Rizayê gelo Xalite Rizgo mîna şere we lo sed însane
Oxo tu tasî yan demirî
Tu gula mala Emeri
Dilo li sere meydanê fenanî gurî ji êvarda wa natemirî
Esmerê go Perixanê naçime qudike qu mînanî wêda cihkî bêbext
Rabin hesbê Riza Begî bitewrînin çayîra ha wa alî jêrda
Ez li eşîra Hesena dinerim axa ser Riza Begê ra ha dayma kême
Ezê naçime Qasimiya bave Koro we bi genime
Zeçal sekiniye dere male heee li ser sima
Kaxizek hatiye pêy Riza Begê Bavê Koro
Eger nedê xwendine wey çima çima
Bira vê carê elçiya Riza Begê derketiye ji Muşê
Bave Koro ji gelek bi şewate Xalito
Oxo tu tasî yan demirî
Tu gulî gelo gula mala Emerî
Tu zerî ya paxirî
Li sere meydanê fenanî gurî
Naçime Qasimiya Bavê Koro li bin îcar
Ezê çima tevir û bivir bavêm ser kuştiya û girtiya
Her çi pirsa Bavê Koro ji min dike
Mal wêranê ji diwalê wez nebiyama
Oxo tu tasî yan demirî
Tu gula mala Emerî
Çila mala Temirî
Dilo li serê meydanê fenanî gurî lo natemirî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?