Elîyê Ozmîn - Hêsîro
wêneyê hunermendî:ê 15 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Elîyê Ozmîn - Hêsîro

Were hêsîr, hêsîr, hêsîr, hêsîr,
Heylo bavo, hêsîrê me yê hêsîrî kir,
Payîz e, serî çila, berfê lê kir,
Hêsîrê me sekinî, ji xwe ra kadîn çêkir,
Hey lo kar e la li nemayê, evî kafirê kafir,
Serê jin û zar erz û eyalê me temamî bi şûr jê kir.
De hêsîr, hêsîr, hêsîr, hêsîr.
Hey lo bavo hêsîrî pir çetin e,
Ji hêsîriyê şûn da tek mirin e,
Ecêba wê ecêb,
Jin e, zar e, mêr, di ber derê malê xelqê bisekine, hêsîr,
De hêsîr, hêsîr, hêsîr, hêsîr,
Girî kir gazê li vî girî hêsîr,
Hele tavê li ser vê delazê, wê hêsîrê me jî birî, hêsîr,
Serê jin û zar û erz û eyalê me temamî bi şûr birî,
Hêsîr de hêsîr, hêsîr, hêsîr, hêsîr.
Hey lo bavo hêsîrî pir çetin e,
Ji hêsîriyê şûnda tek mirin e,
Ecêba wê ecêbê, hela seva parî nan e,
Jin û zarê, mere, were derî malê xelqê bisekine,
Hêsîr, hêsîr.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?