Faris Bavê Firas - Gava Bixwazî Şer Bikî
wêneyê hunermendî:ê 380 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Faris Bavê Firas - Gava Bixwazî Şer Bikî

Gava bixwazî şer bikî ,
Birha zirav û xwar dikî

Biska ji hawîr berdidî ,
Wek ejder û reşmar bikî

Kengî bixwazî xweş bikî,
Daxê li dil, rû geş bikî
Daxê li dil, rû geş bikî

Lê çawa tê û nakenî,
Derdên li dil dijwar dikî

Bîna gulan tû hindirû
gava sipidê tête xwar

Dojeh li min dibî bihişt,
Dema ko min şiyar dikî
Dema ko min şiyar dikî

Dema ku lêvan maç dikim,
Hingiv ji lêvan min dizî

Wê ser li ser sînga min e,
Dil mest û pir bêzar dikî

Biska ji ser dêman bidî,
Alî wekî rojê dikî
Alî wekî rojê dikî

Lê ba ku carek lê bidî,
Rojê li min êvar dikî

Em herdu tevde rûdinên,
Rûgeş dibin, dilxweş dibin

Pîra diya wê tê ji der,
Min dil reş û rûsar dikî
Min dil reş û rûsar dikî

Kengê li bal min rûdinê,
Ji nû ve ez ciwan dibim

Lê ku ji cem min radibî,
Dil gazî û hawar dikî

Çawa bi destên xwey sipî,
Camê didî min rûperî
Camê didî min rûperî

Zanim çira serwa ciwan,
Herdem ji min re kar dikî

Da xweş li bejnê meyzekim,
Rista me lê hûnayî bê

Bi devken û nazdariya,
Ew min gelek bin bar dikî
Ew min gelek bin bar dikî

Helbest: Cegerxwîn
Muzîk: Faris Bavê Firas
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?