Bêmalê Keko - Min Heyranê
wêneyê hunermendî:ê 15 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bêmalê Keko - Min Heyranê

Min heyranê lê lê min heyran,
Min heyran, heyran, heyran,
Min heyran lê lê min heyran,
Bes bike kêfê seyran.
Min heyran lê lê Remoşî,
Min heyran, heyran, heyran,
Min heyran lê lê Remoşî,
Min heyran qonco qurban.
Zer memika nafiroşî,
Min heyran lê lê min heyran,
Zer memika nafiroşî,
Bes bike kêfê seyran.
Sibe ye ba tê ji pêra,
De lê lê lê min heyran,
Sibe ye ba tê ji pêra
Min heyran qonco qurban.
Şemo qîza ber zêra,
De lê lê lê min heyran,
Şemo qîza ber zêra,
Bes bike kêfê seyran.
Til heyranê lê lê Hekakî,
De lê lê lê min heyran,
Min heyranê lê lê Hekakî, tew tew
tew,
Min heyran qonco qurban.
Te li kofî barê gakî,
Min heyran lê lê min heyran,
Te li kofî li barê gakî, tew tew tew,
Min heyran qonco qurban.
Kofiya zêra çênakî,
De lê lê lê min heyran,
Kofiya zêra çênakî,
Bes bike kêfê seyran.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?