Bro Omerî - Daxwaziya Dawî
wêneyê hunermendî:ê 64 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bro Omerî - Daxwaziya Dawî

Bi careke çûyî
Dil dipirse diçilmise
Dixwazê te bibîne
Bersiv li pirsên xwe
Digerim..
Rastiyeke min û te
Heye di vê evînê de
Bêrîkirinên xwe
Berhev dikim ji bo te
Ji wê rojê re

Ji baranê re gazî dikim
Kulîlk man stûxwar
Ez jî mam bi tenê
Bê te, bê buhar
Ji baranê re gazî dikim
Kulîlk man stûxwar
Ez jî mam bi tenê
Bê buhar

Ez agir im
Ez dojeh im
Dixwazim vemirim
Dixwazim vemirim

Ger destpêkek diyarî
Min bê kirin
Dîsa di bin dilopên
Hestên te de
Dixwazim..
Vemirim..

Bi careke çûyî
Dil dipirse diçilmise
Dixwazê te bibîne
Bersiv li pirsên xwe
Digerim..

Ji baranê re gazî dikim
Kulîlk man stûxwar
Ez jî mam bi tenê
Bê te, bê buhar
Ji baranê re gazî dikim
Kulîlk man stûxwar
Ez jî mam bi tenê
Bê buhar..

Ez agir im
Ez dojeh im
Dixwazim vemirim
Dixwazim vemirim
Ez agir im
Ez dojeh im
Dixwazim vemirim
Dixwazim vemirim.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?