Bro Omerî - Her Warek Bi Bilbilek
wêneyê hunermendî:ê 94 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bro Omerî - Her Warek Bi Bilbilek

Xem nîn e, ew bilbil e
Evîndarê sorgul e
Bêper û bêperwaz e
Dilê wî jî bi kul e

Gula wî yeke sor e
Sed dirî li derdor e
Bo çi bijart gula han?
Bidestxistin pir zor e

Her warek bi bilbilek
Her bilbilek bi gulek
Her warek bi bilbilek
Her bilbilek bi dilek

Her çiqas sitemkaran
Bi tundî û bi daran
Çîm û perwaz şikandin
Lê, gul neda neyaran

Bilbilê hêla botan
Îro li te zivistan
Wê buhara te jî bê
War dê bibe gulîstan

Her warek bi bilbilek
Her bilbilek bi gulek
Her warek bi bilbilek
Her bilbilek bi dilek
Her warek bi bilbilek
Her bilbilek bi gulek
Her warek bi bilbilek
Her bilbilek bi dilek.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?