Bro Omerî - Evîndar im
wêneyê hunermendî:ê 74 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bro Omerî - Evîndar im

Ji derdê evîna yarê
Perîşan im, min sed eman
Ji beyanî ta êvarê
Şaş û gêj û wek serseman

Wek sersem û wek sewsî
Digerim li çol û çî
Goştê canê min helî
Şiyan û qidûm jî neman
Wek sersem û wek sewsiyan
Digerim li çol û çiyan
Goştê canê min heliya
Şiyan û qidûm jî neman

Ev arê taya evîn e
Nefes li min diçikîne
Min ne mecal, ne hekîm e
Manendê êşa bêderman

Evîndar im, ez ne dîn im
Di eşqê de Mem û Zîn im
Dil pare û bi birîn im
Ji dil diçe pêt û dixan
Evîndar im, ez ne dîn im
Di eşqê de Mem û Zîn im
Dil pare û bi birîn im
Ji dil diçe pêt û dixan.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?