Koma Gulên Xerzan - Brînê Min
wêneyê hunermendî:ê 72 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Gulên Xerzan - Brînê Min

Neşe* hekîm ji bo xwe dî
Birînê min bêfeyfe ye

Birînê min birînê min
Bêfeyfe ye qet dest nedî
Birînê min birînê min
Bêfeyfe ye qet dest nedî
Birînê min birînê min

Destê mi'j dinyayê sar e
Kul û keder ji bîr nare
Dilê mi'j dinyayê sar e
Kul û keder ji bîr nare

Birînê min birînê min
Birîn tijî pir xedar e
Birînê min birînê min
Birîn tijî pir xedar e
Birînê min birînê min

Rêka min dûr e winda ye
Cih meskenê min ne xuya ye
Rêka min dûr e winda ye
Riya gundê'm ne xuya ye

Birînê min birînê min
Ev ça serê min li bela ye
Birînê min birînê min
Ev ça serê min li bela ye
Birînê min birînê min

Evîndar e çi ferman e
Ne hekîm e ne lokman e

Birînê min birînê min
Tuştik tune jê'r derman e
Birînê min birînê min
Tuştik tune jê'r derman e
Birînê min birînê min
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?